Ji trajediya li Beyrûdê gelo wê şoreş biafire?

Piştî teqînên li bendergeha paytexta Lubnan Beyrûdê, hîn jî xemgînî û hêrs li welêt heye. Roja Şemiyê çalakî hatin lidarxistin û avahiyên gelek wezaretan di hedefa çalakgeran de bûn.

Rojnameya 'I'orient le Jour' ku bi zimanê Fransî li Lubnanê tê weşandin, diyar kir ku trajediya li Beyrûdê dikare bibe katalîzora şoreşê.

Rojname bi taybetî balê dikişîne ser van hevokên helbesta "Nîzar Kabbanî Ya Beyroûth" a muzîsyena navdar Majîda El Rûmî: "Şoreş ji kûrahiya xemgîniyê diafire". Ev strana ku sê roj beriya dramê li konsereke nava artêşê hate gotin, hate sansurkirin û ev yek bûbû skandal.

Teqînên li Beyrûdê ku di encamê de herî kêm 158 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar kes birîndar bûn, 300 hezar kes bêmal man û xisar li nîvê bajêr bû, ne tenê bû sedema xemgîniyeke mezin, di heman demê de rê li ber pêleke hêrsê vekir.

GEL DIXWAZE REJÎM TÊK BIÇE

Bangên ji bo çalakiyan û hejmara çalakgeran her zêde dibe. Roja Şemiyê bi hezaran kes daketin kolanên Beyrûdê û hêrsa xwe ya li dijî rayedaran nîşan dan. Li welêt, ji xwe bi mehan e tê xwestin ku sîstema nelirê ya welêt bê guhert, ku çalakî jî ji bo vê tên lidarxistin.

Gel ji trajediya dawî sîstema heyî berpirsyar dibîne. Gelek avahiyên wezaretan ên li paytext Beyrûdê bûn hedefa çalakgeran. Çalakgeran tim û tim li dijî rejîmê dirûşm qîriyan. Dirûşma bingehîn a çalakiyên Roja Şemiyê 'tolhildan' bû. Çalakgeran banga tolhildanê kir ku ji hikumetê bê hilanîn.

Li nêzî qada Şehîdan jî di navbera çalakgeran û polîsan de şer qewimî. Li gorî daneyên Xaça Sor a Lubnanê, di çalakiyan de 63 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Her  wiha 175 kes jî li cihê bûyerê hatin dermankirin. Li aliyê polîsan jî 70 kes birîndar bûn. Polîsan her wiha 20 çalakger destgîr kirin.

Serokwezîr Hasan Dîab bi daxuyaniyekê ragihand ku wê hilbijartina giştî pêşniyar bike û îdîa kir ku tenê bi hilbijartineke wiha 'derketina ji krîza avanî' pêkane. Dîab ragihand, heta ku hêzên siyasî li hev kirin, amade ye ku du mehan li wezîfeyê bimîne.