Ji bo qurbanên qirkirinê li Swêdê 200 çalakî hatin lidarxistin

Bi wesîleya '27'ê Çileyê Roja Bîranîna Qurbanên Qirkirinê ya Navneteweyî', ji bo bîranîna 6 mîlyon Yahûdî, Roman û sosyalîst ên di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de hatin kuştin, 120 bajar û navçeyên Swêdê 200 çalakî hatin lidarxistin.

Mezintirîn çalakiya li dijî qirkirinê ya li Swêdê, li meydana Raoûl Wallanbergê pêk hat, ku vî dîplomatê Swêdî di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bi qasî hezar Yahûdî li Polonyayê rizgar kiribû.

SEROKWEZÎRÊ SWÊDÊ JÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛ

Bi sedan kesî li ber bîrdariya ji bo qurbanên qirkirinê li meydanê hat danîn, find vêxistin. Tevî kesên ji qirkirina Naziyan xilas bûn û xizmên wan, Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven jî tevlî çalakiya bîranînê bû.

Çalakiya bîranînê ji aliyê saziya dewletê ya bi navê 'Forum for Levande Historia' (Forûma Dîroka Zindî) hat organîzekirin. Midûrê Giştî yê Forûmê Îngrîd Lomfors li vir axivî û bibîr xist, ku li Elmanya Nazî 6 mîlyon kes ji aliyê îdeolojiya nîjadperest ve hatin kuştin. Lomfors da xuyakirin, ku piştî bidawîbûna şer, dihat gotin ku êdî qirkirineke nû wê rû nede, lê belê di salên 1990'î de d dema Şerê Balkanan de qirkirinên nû rû dan.

Lomfors da zanîn, li Ewropayê di roja îro de partî û komên dijminê biyaniyan û yên nîjadperest xurt bûne, li hin welatan bûne hevparê hikûmetê û jiyana rojane diyar dikin. Lomfors destnîşan kir, ku ji ber vê yekê, divê qurbanên qirkirinê neyên jibîrkirin û bal kişand ser girîngiya bîranîna qirkirina ji aliyê Naziyan v hate kirin.

'EZ NEMA KARÎBÛM BAXIVIM'

Pîotr Zettînger ê 78 salî, ku bi saya fedakariyên dê û bavê wî ji qirkirinê rizgar bû, qala tiştên bi serê wan ve hatî kir. Zettînger diyar kir, di dema dagirkirina Polonyayê ji aliyê Naziyan ve, Yahûdî li gettoyan hatine komkirin, piştre her roj 2 heta 3 hezar Yahûdî mîna veguhastina heywanan bi rêya trenê li kampên komkirinê hatine bicihkirin.

Zettînger da zanîn, ew zarokê bi tenê yê malbatê bû, dayik û bavê wî biryar dane wî rizgar bike û ji bo vê jî planeke revê amade kirin. Zettînger anî ziman, berxwedêrekî ku li dijî Naziyan têdikoşiya, tevî wî zarokek rizgar kiriye û wiha axivî:

"Ez hingî 4,5 salî bûm. Leşkeran li ser rê timî nobed digirtin, li dewriyê digeriyan. Bavê min got, wê devikê kanalîzasyonê vebe û kesekê wî ji kanalîzasyonê derxîne derveyî bajêr. Dema ku leşker berê xwe zîviran, devika kanalîzasyonê vebû û zilamekî ez û zarokekî din kişand nava kanalîzasyonê. Ji me re got, 'axaftin nîne, gengeşî nîne, pevçûn nîne'. Her der tijî pîsîtî bû, bêhneke genî jê diaht. Pişte em ji nava kanalîzasyonê derxist derveyî bajêr. Ez li dêreke Katolîk bi cih kirin. Bûm Katolîk. Min ji kesî re negot ku Yahûdî me. Min ti carî qala tiştên bi serê me ve hat nekir, min qala dayika xwe, bavê xwe nekir. Ez naxivîm, min şer nekir."

Bavê Zettînger çend meh piştî reva wî hat kuştin, dayika wî jî birin kampa komkirinê. Zettînger anî ziman, piştî ku leşkerên Sowyetan mirovên li kampê rizgar kirin, dayika wî di sala 1945'an de hatiye dêrê û ew ji wir biriye.

'HÊVÎ HEYE, DIVÊ EM TÊBIKOŞIN'

Zettînger bal kişand ser rewşa heyî, ku dijberî zêde bûye û got, "Mirovên roja îro mirovan weke 'Em' û 'Ew' ji hev cihê dikin. Ev feraset rê li ber qirkirinê vedike. Ji wan hebûn ku bi tinekirina 'Wan' re dikarin cîhaneke xweştir ava bikin. Lê belê, hêz û hêviya li dijî vê yekê heye."

Lîvîa Frankel ku di dema qirkirinê de tevahiya malbata wê hat kuştin û bi xwişka xwe re ji Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê rizgar bû, qala bûyerên bi serê wan ve hatî kir: "Ya rast, tiştên di roja îro de diqewimin, tirsnak in. Bersiveke min nîne, ku ev tevgerên mehdê mirovan dixelîne, çawa careke din derketin holê. Texmîn dikim ku pêla penaberiyê rê li ber vekiriye. Mirov neçar in xwe li cihekî bigirin û ya ku DYA û Ewropa dike, ne rast e. Bûyerên li DYA diqewimin, serokbûna Donald Trûmp ku bawerî pê nabe, rewşa herî nebaş e. Ya erênî ew e, ku mirov helwestê nîşan didin. Mîna berê mirov bêdeng namînin û nêrînên xwe dibêjin."

Danê êvarê jî li Dêra St. Jakop, bi tevlîbûna bi sedan kesî ku piraniya wan Yahûdî û Roman bû, ayînek hat lidarxistin.