Ji bo Ewropiyan pirsgirêka herî mezin ‘koç’ û ‘terorîzm’ e

Li gorî lêkolîneke ku li welatên YE’yê hatî kirin koç û terorîzm mîna du pirsgirêkên herî sereke û girîng têne dîtin.

Li gorî lêkolîna bi navê Eurobarometreyê ku ji hêla Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatî kirin,ji 5 paran 1 jê yên Ewropiyan ‘koç’ê yek ji arîşeya herî mezin a YE’yê dibînin. 38 ji 100 dibêjin pirsgirêka herî girîng a YE’yê koç e.

Li gorî vê lêkolînê, ku salê du caran tê kirin, li gorî 29 ji 100’yî yên ku li Ewropayê dijîn, pirsgirêka herî girîng terorîzm e.

Piranî yên ku li Estonya, Komara Çek û Macarîstanê dijîn dibêjin pirsgirêka herî mezin koç e. Ji van welatan tenê Macarîstan 2015’an dema ku koça penaberan bi ser wan de çûbû rasterast pirsgirêka koçê jiyabû. Lê piraniya van penaberan çûbûne welatên Rojava û Ewropaya Bakur.

Yên ku terorîzmê weke pirsgirêka herî mezin dibînin piranî li Qibris, Îrlanda, Lîtvanya, Komara Çekê, Bulgarîstan, Polonya û Letonyayê dijîn, ku van salên dawî qet êrîş neçûye ser wan.

Li gorî Eurobaromteryê rêjeya kesên ku ji YE’yê bawer dikin tenê bi puanekî zêde bûye û gihaye 42 ji 100’î, 45 ji 100’î bawer dikin ku YE guh dide tercîhên wan. Llê 49 ji 100’î dibêjin YE guh nade wan.

Her wiha di nav welatiyên YE’yê de rêjeya yên ku ji siberojê hêvîdar in ev cara sêyan e zêde dibe û bû 58 ji 100’î.