Ji bo çareseriya pirsgirêka koçberiyê 7 gavên ‘divê lezgîn bên avêtin’

HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP û TOP’ê bertek nîşanê polîtîkaya koçberiyê ya tewş û neyartiya penaberan da û di meseleya koçberiyê de gavên divê bi lez û bez werin avêtin rêz kirin.

Partî û rêxistinên daxuyanî îmzekirinî bi gotina “Ne polîtîkaya tewş a koçberiyê ya AKP’ê û ne jî dijminatiya koçberan” diyar kirin ku pirsgirêka koçberiyê, pirsgirêkeke piralî ya civakî, aborî, polîtîk, derûnî û huqûqî ye.

BERPIRSÊ REWŞA XERAB HIKÛMETA AKP’Ê YE

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Di demên dawiyê de hêdî hêdî nîşaneyên xizaniyê li Tirkiyeyê xuya dibin. Li beramberê wê rewşê jî neyartiya li penaberan bi destê partiyên pergalê hat sor kirin û bi vî rengî rêjeya wê ber bi bilindbûnê ve çû. Bila çîna karker, kedkar û gelê me yê Tirkiyeyê li ber van provokasyonan hişyar bin. Sedema xizaniya me ne koçber û penaber in, lê deshilatdariya sermayeyê ya talanker û xespker e; alîgir, pênc destebirayên çete û tevî hemû rêxistinên xwe yên sermayeyê, hikûmeta AKP’ê ye.

KOÇBERÎ ENCAM E

Koçberî encam e, sedema wê ya bingehîn jî pergala kapîtalîst û şerên emperyalîzmê ye. Ji ber zexta li Kurdan, kuştin, şewitandina gundan a salên 90’î Kurd koçber bûne û nijadperestî bi van polîtîkayan zêde bûye. Bi şerê ji ber xeyalên Osmanîtiya Nû ya AKP’ê, Tirkiye jî kete nava wê. Tirkiye yek ji wan welatan e ku pirsgirêka xwe ya mezin a nifûsê ya koçber û penaberan heye. Bi tezkereya şer karesat yekcar mezin bû. Niha jî AKP dibêje ku ew ê penaberan li welatê wan vegerîne. Kampanyayên şoveniyê yên berê li ser Ermen, Rûm, Kurd, Elewî û pêkhateyên din dihatin birêvebirin, niha li ser pênaberan tên ceribandin. Muxelefeta pergalê ku bi hikûmeta AKP’ê ya neyartiya penaberan dike re dikeve nava pêşbirka rastgerayiyê, desthilatdariyê bi hêz dike. Propagandaya “vegerandinê” li aliyê din xizmeta vekirina eniyên nû li Sûriyê, xurtkirina destê AKP’ê û ajotina koçberan ber bi herêmên şer dike.

GAVÊN AVÊTINÊ

Partî û rêxistinên daxuyanî îmze kirinî, di pirsgirêka koçberiyê de gavên avêtinê yên bi lez û bez wiha formule kirin; 

1-  Nabe ku mirov bi çavê ewlehiyê li ser pirsgirêka koçberiyê bisekine û bibêje Wezareta Navxweyî çi bike bi kêfa xwe ye. Divê li ser asasê mafê koçberî û penaberiyê ji nû ve sererast bibe. Peymana Penaberan a Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1950’î jî di nav de hemû mafên huqûqa navneteweyî bidin penaberan. Li şûna Navendên Şandinê divê Ofîsên Koçberî û Penaberiyê vebibin; pêkanînên kêfî û nehuqûqî bên bidawîkirin. Divê feraseta rêvebiriya koçberiyê ya navneteweyî ya heyî ku sedema bêstatubûyîna koçberan e, biguhere.  

2- Tirkiye berê ji bo koçberan welatekî derbasbûnê bû, lê piştî îmzekirina Peymana Qebûlkirina Vegerê ya bi Yekîtiya Ewropayê re bû cihê mayîna ji neçarî ya wan. Mafê çûyîna welatekî din ê penaberan hat astengkirin. Divê peyman betal bibe. Mafê çûyîna Yekîtiya Ewropayê û welatên rojava bidin wan. Ev welat bi Tirkiyeyê re bi wekhevî bi erka xwe rabin.

3- Rastiya dîrokî ya ku şerên navxweyî nîşanê mirov dide, ji destpêkirina vegera li welatê xwe re hêj 15-20 sal hene. Vegerandina bi zorê ya penaberan li herêmên ku hêj şer dewam dike, sûc e.  Veger, bi bidawî bûna şerê li Sûriyeyê, bi çêkirina şert û mercên demokratîk û aştiyeke mayînde û çêbûna saziyên ewlekar ên ji bo penaberan ve girêdayî ye. Ji bo yên dixwazin vegerin divê binesaziya aborî, polîtîk, civakî û derûnî çêbibe.

4- Li Tirkiyeyê koçber û penaber jî di nav de ji bo her kesê divê xebitîna bê sîgorta û ewlehî bi dawî bibe. Li Tirkiyeyê 2 milyon penaber û koçber ku piraniya wan zarok in di şert û mercên giran de tên îstîsmarkirin. Karkerên Sûriyeyî yên xwedî destûr in hema bibêje 38 hezar in. Divê rê li ber karkerên koçber û penaber vebibe ku bi karkerên xwecih re di heman sendîkayan de bi rêxistin bibin, peymana bi komî û grevan bikin. Ji ber ku ew jî perçeyek ji çîna karker a Tirkiyeyê ne. Di demekê de ku pergala sermayedariyê li pey sorkirina pêşbaziyê ye, divê karker bibin yek û bi hev re têbikoşin.

5- Jin û zarokên penaber bi şêweyên herî seretayî rastî îstîsmara zayendî tên. Ev rastiyeke ku ji rojava heta rojhilatê Tirkiyeyê jinên penaber rastî tacîz û destdirêjiya zayendî ya berfireh tên. Divê jinên penaber, LGBTÎ+ û zarok bi referansgirtina Peymana Stenbolê li dijî şîdeta mêr bên parastin. Divê polîtîkayên pêşîlêgirtin û parastinê bên pêşxistin û li navendên pêşîlêgirtina şîdetê şêwirmendiya pirzimanî bê kirin.

6- Ji ber ku rêveberiyên herêmî budceyên li ser bingeha welatîbûnê werdigirin, şaredariyên ku nifûsa wan a penaberan giran e, di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Di vir de çareserî nabe ku penaberan ji nav xwe derxin. Em daxwaz dikin ku zagona şaredariyan li gorî zagona “welatîbûnê” ji nû ve bê rêxistinkirin. Divê bûdceya navendî ne li gorî hejmara welatiyan, li gorî hemû kesên li wê parêzgeh an navçeyê dijîn ji nû ve bê diyarkirin.

7- Divê AKP-MHP dest ji kiryarên xwe yên bikaranîna Tirkiyeyê ji bo çeteyên cîhadîst berde. Divê mekanîzmayeke ku kesên di sûcên li dijî mirovahiyê, bi taybetî sûcên şer de cih digirin radestî dadweriya navneteweyî bike. Divê ji bo qaçaxçiyên koçberan û berfirehkirina wan di nava dewletê de qanûnên cezayên giran bên çêkirin. Divê pratîka dayîna hemwelatîbûn û gelek îmtiyazên ji bo çeteyên cîhadîst yên bi hêceta operasyona li ser sînor û hwd tên kirin bi dawî bibe, çeteyên cîhadîst tavilê bên belavkirin.

Wek encam; koçber ne fersend û rebenên ber destê Serayê û texteyê hedefê yê muxelefeta pergalê ne. Koçberî rewşeke mirovî ye ku ji ber şer, wêrankirina ekolojîk û aborî pêk tê. Heta ku polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê yên ku koçberan bi amûrkirina wan bi kar tîne û mûxalefeta pergalê ku wan bi fikarên hilbijartinê dike hedef, pirsgirêka koçberiyê çareser nabe. Ji bo parastina polîtîkayên ku her kes li welatê xwe azad bijî; Em bang li kedkar û gelan dikin ku ji bo parastina maf û qanûnên koçberan û berfirehkirina alternatîfa demokratîk têbikoşin.