Ji ber karesata Dernayê 8 berpirs hatin girtin
Serdozgeriya Komarê ya Lîbyayê di çarçoveya lêpirsîna hilweşîna du bendavên ku di 10’ê îlonê de li Dernayê bû sedema karesata lehiyê, biryara girtina 8 karmendan da.
Serdozgeriya Komarê ya Lîbyayê di çarçoveya lêpirsîna hilweşîna du bendavên ku di 10’ê îlonê de li Dernayê bû sedema karesata lehiyê, biryara girtina 8 karmendan da.
Gelê Derna yê li rojhilatê Lîbyayê ku hemû tax di bin lehiyê de mabûn, di 18’ê îlonê ji bo hesab ji berpirsan were pirsîn çalakî li dar xistibûn.
Niştecihên bajêr bi taybetî bang kiribûn ku derbarê berpirsên karesatê de lêpirsînek bilez were destpêkirin.
Serdozgerîya Komarê di çarçoveya lêpirsîna daye destpêkirin de derbarê 7 kesan de biryara girtina demkî da. Hat hînbûn ku di nava kesên hatin girtin de berpirsên rêveberiya çakaniyên avê û bendavê jî hene.
Piştî karesatê di nav wan de Şaredarê Derna Abdulmonem el-Gaithi jî heye, hin endamên meclîsa bajêr ji kar hatin dûrxistin.
Şeva 10-11’ê îlonê bahoza Danîel li rojhilatê Lîbyayê bi taybet bajarê Derna ku 100 hezar nifûsa wê li peravên Deryaya Spî ye, du bendav teqiyan û lehiyeke mîna tsunamiyê rû da. Li gorî daneyên fermî yên demkî, di lehiyê de herî kêm 3 hezar û 868 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî winda bûne. Çavkaniyên din diyar kirin ku zêdetirî 10 hezar jiyana xwe ji dest dane.
Serdozgerê Lîbyayê el-Seddik El-Sûr di daxuyaniya xwe ya 15’ê îlonê de ragihandibû ku derbarê rewşa karesatê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Li gorî Serdozgerê Komarê, Midûriyeta Bendav a Lîbyayê ragihand ku di sala 1998'an de di du avahiyan de derz çêbûne, lê ji bo rakirina van derzan xebat nehatine kirin.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya ku roja duşemê ji aliyê ofîsa wî ve hat dayîn, derbarê 16 kesên ku di qadên cuda yên rêvebirina bendavên Lîbyayê de cih digirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.