Ji ber êrîşa Boko Haram bi dehan leşker 'winda' ne

Li Nîjeryayê di êrîşeke çeteyên Boko Haram de gelek leşker mirin, herî kêm 16 leşker jî winda ne.

Boko Haram tevî Nîjeryayê li herêmên li ser sînorên Kamerûn, Nîjer û Çadê êrîşan dike. Çeteyên bi navê 'Dewleta Îslamê ya Rojavayê Afrîkayê (ISWAP) ên ser bi Boko Haram êvara Duşemê êrîş biribû ser bajarê Kûkawayê.

Li gorî malpera bi navê SITE ku çeteyên îslamî yên tund dişopîne, çeteyan êrîş birin ser sûk û garnîzoneke leşkerî ya li Kûkawayê. Hate îdîakirin ku ji ber êrîşê herî kêm 15 leşker mirine. Li gorî artêşa Nîjeryayê 16 leşker jî winda ne.

Rayedarên artêşê eşkere nekir bê ji her du aliyan ve çend kes hatine kuştin.

Lê belê li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, ji ber êrîşê hin sivîl jî mirine.

Çeteyên Boko Haram sala 2009'an dest bi êrîşan kirin. Van çeteyên ku bîat ji DAÎŞ'ê re kirin, di dema şer de herî kêm 27 hezar sivîl û wezîfedarên ewlekariyê kuşt. Herî kêm 2 milyon kes jî ji ber êrîşên van çeteyan ji cih û warê xwe bûn.

Di operasyonên hevpar ên artêşên Nîjerya, Çad, Nîjer û Kamerûnê de ev koma çete qels bû. Lê belê van mehên dawî êrîşên giran dike.