Ji ber barana zêde ya li Brezîlayê 7 kes mirin

Ji ber barana zêde ya li Sao Paûlo ya herêma metrepol a Brezîlayayê bi kêmanî 7 kes mirin.

Servîza alîkariyê ya yekem ragihandin ku ji ber barana şeva Yekşemê heta sibeha Duşemê ya li Sao Paûlo ya dikeve başûrê rojhilatê welat bi kêmanî 7 kes mirine.

Ji ber hilweşîna malekê ya li Rîberao Pîres a li derdora Sao Paûloyê ji heman malbatê 4 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn. 3 kesên din jî xeniqîn. Ji van kesan 2 li ser rêya Sao Paûlo yê din jî li nêzî Sao Bernardo do Campoyê xeniqîne.

Ji ber barana zêde av ketiye gelek malan, rêyên diçin Sao Paûloyê jî hemû hatine girtin. Her wiha li hinek herêman rêya hesin û otobusan jî hatiye girtin. Dîsa li hinek deverên hermê erd heziyaye.