Ji ber bahozê li Kanadayê 8 kes mirin

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Kanadayê ji ber bahoza dijwar jiyana xwe ji dest dane derket 8’an.

Polîsê eyaleta Ontario ji CTVNews’ê re ragihand ku roja şemiyê ji ber bahozê û ketina daran 7 kes mirin. Beriya niha hatibû ragihandin ku li vê eyaletê 3 kes mirin.

Hat ragihandin ku li paytext Ottawayê kesê heştemîn di çemê Outaouaisê de jiyana xwe ji dest da.

Roja şemiyê li rojhilatê welêt bi leza 140 kîlometre bahozek mezin rabû.

Bahozê bandoreke giran li paytexta federal Ottawayê kir. Êvara Yekşemê jî bi hezaran kes bê ceyran mabûn.

Ji êvara Yekşemê ve li herêmên Ottawa û Laurentides derdora 3 hezar xanî bê ceyran mabûn.