Ji avabûna Belarûsê ve serokê wê neguheriye

Aleksandr Lûkaşenko ku 26 sal in welatê xwe 'bi kulma hesin' bi zordariyê bi rê ve dibe, di hilbijartinên doh de jî 79 ji sedî yê dengan wergirt û ji nû ve bû serokkomar.

Belarûs welatekî Baltik e ku nifûsa xwe 10 milyon e. Hilbijêrên wê ji bo hilbijartina serokkomarê nû doh dengê xwe da. Aleksandr Lûkaşenko ku ji sala 1994'an ve li ser desthilatdariyê ye û beriya niha pênc caran hate hilbijartin, hate ragihandin ku di hilbijartinên doh de jî bi ser ketiye.

Encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinê ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya welêt Belta ve hate ragihandin. di nûçeya ajansê de hate ragihandin ku Lûkaşenko 79 ji sedî yê dengan wergirtiye û di hilbijartinê de bi ser ketiye.

Namzeta herî xurt a piştî Lûkaşenko Svetlana Tîkhanovskaya 7 ji sedî yê dengan wergirt. Her wiha parlamentera berê Anna Kanopatskaya 2 ji sedî, Hevserokê Tevgrea Govorî Pravdû Andrey Dmîtriyev jî 1 ji sedî yê dengan wergirtin. Nêzî 10 ji sedî yê hilbijêran jî dengê xwe neda ti namzetan.

ÎDÎAYA 'PÛSÛLAYÊN DENGAN ÊN MOHR LÊ HATIBÛ XISTIN HATIN BELAVKIRIN'

Nûçegihanên ajansên navneteweyî yên li paytext Mînksê, ragihandin ku di hilbijartinê de binpêkirin gelek caran hate kirin û li gelek deveran hilbijêr neçar mane ku bi saetan li pêşiya cihê dengdanê bisekinin. Muxalefeta li welêt jî li ser medya civakî îdîa kir ku pûsûlayên dengan ên ku ji bo Lûkaşenko hatine mohrkirin hatine belavkirin.

Piştî ku Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sowyetan hate hilweşandin, Belarûs ava bû û ji hingî ve welat ji aliyê Aleksandr Lûkaşenko ve tê birêvebirin. Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (AGÎT) ji sala 1995'an ve diyar dike ku hilbijartinên li Belarûsê bi rengekî wekhev û azad nayê kirin. Her wiha Yekîtiya Ewropa jî encamên hilbijartinê nas nake û Lûkaşenko weke dîktatorekî sûcdar dike.