Iraqê nerazîbûn nîşanî Sefîrê Amerîkî da

Qonaxa duyemîn a ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê sibê dest pê dike. Wezareta Karên Derve ya Iraqê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Sefîrê Bilind ê DYA'yê yên li ser mijarê da.

Qonaxa duyemîn a ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê sibê dest pê dike. Welatên ku petrolê ji Îranê dikirin jî dikevin ber qonaxa duyemîn a ambargoyê.

'DESTWERDANA LI KARÊN NAVXWEYÎ YE'

Sefîrê Bilind ê DYA'yê yê li Bexdayê Doûglas Slîman çend roj berê li ser hesabê xwe yê medya civakî der barê mijarê de daxuyanî dabû. Wezareta Karên Derve ya Iraqê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên sefîrê bilind da. Bi navê Berdevkê Wezareta Karên Derve Ahmed Mahcûp daxuyaniyeke nivîskî hate dayin û hate gotin, hin daxuyaniyên Sefîrê Bilind ê DYA'yê yên li ser ambargoya li ser Îranê, bi karên navxweyî yên Iraqê re eleqedar in.

Mahcûp diyar kir, hin daxuyaniyên sefîr der barê ewlekariya navxweyî ya Iraqê de ne û ev yek jî tê wateya binpêkirina hurmeta li serweriya welatan ku pîvaneke bingehîn a hiqûqa navneteweyî ye. Her wiha li teamulên dîplomatîk nayên.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de reforma ewlekariya navxweyî û statuya hêzên emniyetê, Iraq destwerdana li karên navxweyî red dike." Ji Sefîrê Bilind ê DYA'yê hate xwestin ku van mesajan jê bibe û vê yekê dubare neke.

SEFÎRÊ BILIND Ê DYA'YÊ YÊ LI BEXDAYÊ GOTIBÛ ÇI?

Sefîrê Bilind ê DYA'yê yê li Bexdayê, li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek weşandibû û "12 daxwazên" DYA'yê yên ji Îranê ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a ambargoyê de tê xwestin bi bîr xistibû.

6 van daxwazan ji rêveberiya Tehranê tê xwestin li ser Haşdî Şabî ye. Di vê der barê de wiha hatibû gotin, "Pêwîste rejîma Îranê humetê nîşanî serweriya hikumeta Iraqê bide. Divê destûrê bide ku milîsên Şîa dest ji çekan berdin û ji nû ve terhîs û entegre bibin."