Iraqê ji Îranê xwest ku li gorî peymana nukleerê bimeşe

Iraq, ya ku di navbeyna rageşiya DYE û Îranê de mayî ji Îranê xwest ku pêgirê peymana nukleerê be.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Muhammed Elhakîm navê fermî yê nukleerê ku 2015'an di navbeyna DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Ingilere û Îranê de hatibû danîn bi bîr xist û got, ''Biya me JCPOA peymaneke baş e''.

El Hakîm li Osloyê dema konferansekê got, ''Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dilsozê JCPOA'yê û giyanê peymanê be.''

El Hakîm her wiha got, ''Li qadê hewcehiya me bi şerekî tine. Li qadê jixwe ji şer me pir kişand'' û domand, ''Ez dibêm qey di demeke nêz de ti kesek naxwaze ku bihayê warîlek petrol bibe 200 dolar''.

Hikûmeta Iraqê got ji bo ku ev rageşî rabe ew hazir in  ku bi rolekê rabin. Sêşemê Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî gotibû welatê wan di demeke nêz de ji bo ku rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de rake bi wê niyetê ne ku şandeyan bişînin.