Iraq ji bo trajediyek mîna Beyrûtê nejî dest bi lêpirsînê kir

Li Iraqê ya ku mîna Lubnanê nelirêtî lê pir e, ji bo pêşîgirtina trajediyekê, têkildarî depoyên teqemeniyan dest bi lêpirsînê kir.

Li Iraqê salên borî di encama teqîna depoyên çekan û dîsa deverên ku cebilxane lê hatibûn komkirin, ziyanên mezin derketin.

Piştî teqîna li depoya amonyûm nîtrat a roja Sêşemê ya li Beyrûtê û şûnde rayedarên Iraqî, têkildarî depoyên madeyên teqemenî dest bi lêpirsînê kir.

Midûryeta Deriyên Sînor, li termînalên bejahî, hewayî û peravan, di mijara madeyên xeter ên mîna kîmyewî û amonyûm nîtratê ji bo avakirina embarekê komîsyoneke lezgîn ava kir.

Komîsyon ji bo trajediyeke mîna Lubnanê pêk neyê wê di nava 72 saetan de encamên ku bi dest xistî, dike hedef ku ragihîne.