IMF: Aboriya Tirkiyeyê bi lezgînî ber bi hilweşînê ve diçe

Dîrektorê Beşa Lêkolînê ya IMF ( Fona perayan a Navneteweyî ) Gîan Marîa Mîllesî-Ferrreti ragihand aboriya Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve diçe.

 Dîrektorê Beşa Lêkolînê ya Fona Perayan a Navneteweyî (IMF) Gîan Marîa Mîllesî-Ferrettî wiha got; “Em li bendê ne ku Tirkiye îsal sedî 4.2 û sala bê 3.9 mezin bibe.” Di rapora DEG a IMG’ê ya roja Duşemê hatî weşandin de cih hate dayîn hêviyên mezinbûna îsal a Tirkiyeyê.

Di rapora meha Nîsanê de hatî weşandin hevîyên mezinbûna Tirkiyeyê ya sala 2018-2019’an de weke sedî 4.4 û sedî 4 hatibû eşkere kirin.

Mîllesî-Ferrettî diyar ku ku tengavbûna şert û mercên fînansa global, zêdebûna nirxê petrolê û bêqîmetbûna lîreyê Tirk bûne sedem ku di mezinbûna aboriya Tirkiyeyê de bêhêvî bibin.