Idris Deby ê bi derbê bûyî serokkomar hat kuştin

Idrîs Deby ê ku ev 30 sale Çadê birêve dibe û îtifaqa Fransa ya li Sahelê, piştî rojekê ku cara 6’an ji bo serokkomartiyên hat hilbijartin, mir.

Deby li gorî encamên fermî hilbijartina serokkomariyê yên 19’ê Nîsanê hatî eşkerekirin, her wekû li bendê bû cara 6’an bi ji sedan 79,32’yê rayan bû serokkomar.

Lê belê piştî rojekê, hate ragihandin ku Serokkomarê Çadê Deby ê ku ev 30 sale desthilatê parve nake û welat birêve dibe, hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşê ve hatî dayîn, Deby di encama birînên ku li çeperan girtî miriye.

Deby ê 68 salî ku bi xwe leşkere, 2’yê Kanûna 1990’an bi piştgiriya Fransayê derbe pêk anî û desthilat bidest xistibû.