Hûsiyan li dijî 300 hedefên leşkerî dest bi 'operasyonê' kirin

Raperînerên Hûsî yên Şîa yên li Yemenî ragihandin, ku li dijî Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî dest bi pêngavekê kirine.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sabayê ku di kontrola Hûsiyan de ye, Hûsiyan diyar kirin êrîşa roja Sêşemê ya bihurî ya bi droneyan a li dijî navendên şîrketa petrolê ya Erebîstana Siûdî Aramcoyê destpêk bû.

Hûsiyan ragihandin, pêngav li dijî 300 hedefên leşkerî ne. Hate gotin, di nava hedefan de biryargehên giştî yên Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, her wiha navendên wan ên girîng ên leşkerî jî hene.

Sêşemê bi firokeyên bêmirov li du navendên petrolê yên Siûdî êrîş hatibû kirin. Rayedarekî payebilind ê Sûdî roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir, ew xwe ji şerekî li herêmê vedigirin, lê belê piştî êrîşên li dijî binesaziya petrolê ew amade ne bersiveke 'tund û bi biryar' bidin.

Konseya Hevkariya Kendavê ku şeş monarşiyên kendavê di bin sîwana wê de ye, dewriyeyên ewlekariyê yên li kendavê zêde kir. Agahiya der barê mijarê ji Fîloka Emerîkayê ya Pêncemîn a li Bahreynê re hate dayin.

Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ji êrîşên hatine kirin ên Hûsiyan, Îranê weke berpirsyar dibînin.