Hûsiyan ji bo 3 rojan agirbest ragihandin

Hûsiyên Yemenî hem li nav xwe û hem li dijî êrîşên Siûdî ji bo 3 rojan agirbest ragihandin.

Berdevkê Hûsiyan Muhammed Abdulselam li ser Twîtterê got,''Êrîşên bi moşek û droneyan ên li dijî Siûdî û hemû çalakiyên leşkerî ji bo 3 rojan hatine rawestandin.''

Hûsiyan ragihandin heke Siûdî dawî li dorpêçê bîne, êrîşên dawî bi dawî bike û ji Yemenê 'hêzên biyanî' vekişîne agirbest wê bibe 'mayinde'.

Piştî rêze êrîşên Hûsiyan ên li ser Siûdî ev agirbest hate ragihandin.