Hûsiyan fuzeya balîstîk avêtin nava Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî

Hate ragihandin, sîstema parastina hewayî ya Mîrnişînin Ereb ên Yekbûyî fuzeya balîstîk a ji aliyê Hûsiyan ve hate avêtin îmha kiriye.

Fermandarê "Tûgayên Maha" yê Hêzên Hikumeta Yemenê Omer Dovbel daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa bi fuzeyê li dijî bendergeha li bajarê Maha ya li rojavayê welêt hatiye kirin û fuzeya balîstîk li hewayê hatiye teqandin.

Dovbel da xuyakirin ku berê fuzeya balîstîk li kampên hêzên Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî yên li herêmê bû û ji aliyê sîstema parastinê ya Patrîot ve hatiye teqandin. Dovbel got, ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye.

Saziyên medyayê yên Hûsiyan jî ragihandin ku fuzeya balîstîk a menzîla xwe kin e, li 'kampa Guzat' a li peravên rojava ketiye û kamp ji holê rakiriye.