HRW: Darvekirina 81 kesan nîşaneya hovane ya rejîma otokratîk e
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) anî ziman ku li Erebîstana Siûdî, îdamkirina 81 kesan di rojekê de nîşaneya hovane ya rejîma otokratîk e.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) anî ziman ku li Erebîstana Siûdî, îdamkirina 81 kesan di rojekê de nîşaneya hovane ya rejîma otokratîk e.
Li Erebîstana Siûdî di rojekê de 81 kes hatin îdamkirin. HRW’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got:“81 kesên ku di rojekê de hatine îdamkirin zêdetirî nîvê kêmaniyên Şîe ne. Bidarvekirina rojekê ji ya tevahiya sala 2021’an zêdetir e ku 69 kes hatibûn îdamkirin.“
Cîgirê Midûrê Maseya Rojhilata Navîn a HRW Michael Page anî ziman ku îdamkirina komî ya Erebistana Siûdî ya 81 kesan di dawiya vê hefteyê de nîşanek hovane ya dadperweriya dozan û rejîma otokratîk û pergala dadweriyê ye ku bi tundî mehkûmî binpê kiriye.
Li gorî Riyadê, di nav kesên hatine îdamkirî de 7 Yemenî û yekî Sûriyeyî heye.