Hilbijartinên Îranê bi tevlîbûna 'herî kêm' pêk hat

Li Îranê di 21'ê Sibatê de hilbijartinên parlamentê pêk hatin. Tevlîbûna li hilbijartinê di asta herî nizm de bû.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di 21'ê Sibatê de hilbijartinên Serdema 11'emîn a Parlamentê û Meclîsa Pisporan hatin kirin.

Bang li 58 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bi kar bîne. Encamên hilbijartinê diviyabû 22'ê Sibatê roja Şemiyê bihata eşkerekirin, lê belê nehate eşkerekirin.

23'ê Sibatê piştî nîvro Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Abdurriza Rahmanî Fazlî bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Fazlî anî ziman ku rêjeya tevlîbûnê 42.57 ji sedî ye. Li gorî Fazlî ji 58 milyon hilbijêrî tenê 24 milyon û 512 hezar û 404 kesî dengê xwe dan.

Fazlî ji bo rêjeya kêm a tevlînebûnê jî hin hincet anî ziman, "Rûdana vîrûsa Korona li Îranê, ketina balafira Ûkraynayê, xwepêşandanên gel ên li dijî zêdebûna buhayê benzînê."

Wezîr boykota partî û tevgerên Kurd KODAR, PJAK, ÎKDP, HDK, Komala û mûxalîfên Îranê ji nedîtî ve hat.

Li gorî encamên hilbijartinê ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Îranê ve hatin eşkerekirin, li Tehranê ji 11 milyon hilbijêrî 2 milyon û 538 hezar hilbijêrî dengê xwe dan. Ev jî dibe 26 ji sedî yê dengdêran.

Li gorî encamên hatin ragihandin, mûxafazakarên alîgirê Mûxafizên Şoreşê ku di Serdema 10'emîn a Parlamentê de rêjeya wan 55 ji sedî bû, piştî vê hilbijartinê rêjeya wan bû 75 ji sedî.

Hejmara reformîstan jî ji 45 ji sedî daket 25 ji sedî.