Hilbijartina serokkomariyê ya li Iraqê careke din hat taloqkirin

Dîwana Serokatiya Parlementoya Iraqê ji ber ku hejmara pêwîst a endaman têr nekir careke din hilbijartinên serokkomariyê taloq kir.

Dihat payîn di saet 11:00’an de parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê bicive. Lê ji ber hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû civîn hate paşxistin.

Serokatiya Parlamentoyê civîna ji bo hilbijartina serokkomar ji ber temamnebûna hejmara yasayî ya parlamenteran paşxist. Wê civîna parlamentoyê roja Duşemê pêk were. Herwiha wê civîna ji bo hilbijartina Serokkmar jî roja Çarşemê pêk were.

Parlamentoya Iraqê ji 329 parlamenteran pêk tê. Ji bo civîna ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê pêk were pêwîstî bi 220 parlamenterane. Hejmara parlamenterên ku tevlî civînê nebûn 126 parlamenter bûn. 202 parlamenter li parlamentoyê amade bûn û helwesta parlamenterekê jî nediyar bû.

Ji bo namzetiya serokkomartiya Iraqê 40 kesan xwe weke namzet dane ragihand. Namzetê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Berhem Salih e, yê PDK’ê jî Rêber Ehmede.

Ji bo ku serokkomar di parlamentoyê de were hilbijartinê, divê 220 parlamenter di civînê de amade bin.

Tevgera Sedir, Sunî û PDK ku li ser namzetê serokkomartî û serokwezîrtiya Iraqê lihevkirine, hejmara kursiyên wan her 3 yan 166’e.

Îro li ser hilbijartina Parlamentoya Iraqê re 5 meh û 16 roj derbas dibin, lê hîn ne, serokkomar hatiye, hilbijartin, ne serokwezîr û ne jî hikûmet hatiye avakirin.