Hikûmeta Swêdê bi dengê parlamentereke Kurd ji krîza siyasî xelas bû

Hikûmeta Swêdê bi dengê Parlamentera Kurd Amîneh Kakabavehê ji krîzeke mezin a siyasî xelas bû.

Di dengdana pêbaweriyê ya li Meclîsê de, dengê parlementera Kurd Amîneh Kakabaveh ku li dijî ketina Tirkiyeyê ya di berdêla ketina NATO'yê de tawîzan bide, diyarker bû.

Dengê bêbaweriyê, ji aliyekê ve ku Morgan Johansson û Sekretera Karên Hundir û Edaletê hedef digirt, xetera îstifakirina Serokwezîr Magdalena Anderson jî di nav xwe de dihewand.

Hikûmet tenê bi yek dengî ji krîza siyasî ya mezin rizgar bû. Partiyên rastgir û rastgirên tundrew karîbûn ji 289 parlementeran 174 dengan kom bikin. Ji bo wezîr bixînin ji wan re tenê dengek pêwîst bû.

Amîneh Kakabaveh şervaneka berê ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji sala 2008’an û vir ve parlamenter e, sibeha Sêşemê ragihand ku ew dengê xwe nadin opozîsyonê. Parlamentera serbixwe Kakabaveh piştî danûstandinên dawiya hefteyê yên bi hikûmeta sosyaldemokrat re ev biryar da.

Kakabaveh ku ji çepên radîkal tê çend saet beriya dengdanê got, “Ez memnûn bûm.”

Kakabaveh hişyarî dabû û gotibû, eger li ser muzakereyên tund ên Swêd ên bi Tirkiyeyê re yên li ser NATO'yê garantî negirin, ew ê li dijî wezîr dengê xwe bidin.

Parlamentera serbixwe di axaftina xwe ya li meclîsê de ev pirs kir, "Gelo em azadiya xwe ya raman û xwepêşandanê li gorî daxwazên Erdogan sînordar bikin?”

Kakabaveh got, "Ez di rojnameyan de ji berjewendiyên swêdê zêdetir weke ku ez nûnertiya berjewendiyên Kurdan dikim dihatim nîşandan, lê serweriya Swêdê ji bo min girîng e."