Hikumeta Iraqê wê li dadgeha navnetewî giliyê Tirkiyê bike

Hikumeta Navendî ya Iraqê wê di asta navnetewî de li dijî Tirkiyê giliyê tomar bike û daxwaza bi dehan milyar dolar tezmînatê bike.

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku ji ber henardekirina petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê ji bazarên cîhanî re wê li dadgeha navnetewî giliyê li dijî Tirkiyê tomar bike.

Wezîrê Petrolê ya Iraqê Îhsan Ebdul Cebar diyar kir; “Me hemû belgeyên li ser Tirkiyê biriye dadgeha navnetewî û em daxwaza 34 milyar dolar tezmînat li welatê Tirkiyê dikin.”

Wezîrê Petrolê ya Iraqê sedemên tomarkirina giliyê bi vê yekê ve girêda ku petrola Kerkûkê bêyî agahiya Iraqê li ser xaka Tirkiyê ji bazarên cîhanî re hatiye veguhastin û firotin.

Îhsan Ebdul Cebar her wiha ragihand, “Em li bendê ne ku dadgeh beşek ji wan pereyan bide Iraqê ku ew jî weke mafê şîrketan hatiye pênasekirin, ne bandorê li pêywendiyên her du welatan çêbike.”