Hijmara penberên ku çûn Italyayê pir zêde bûne
Di ser Libyayê re hijmara penaberên ku dixwazin biçin Italyayê û hatine xilaskirin di nav 2 rojan de ji 1700'î bihurî.
Di ser Libyayê re hijmara penaberên ku dixwazin biçin Italyayê û hatine xilaskirin di nav 2 rojan de ji 1700'î bihurî.
Guardîa Costîere, yekîneya ewlekariya peravê ya Italya daxuyand ku duh di operasyonan de 900 penaber hatine xilakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev penaber bi alîkariya keştiyên saziyên alîkariyê yên Frontex û SOS Mêdîterrannêe hatine xilaskirin.
Di operasyonên di navbera Italya û Libyayê ku Pêrşema bihurî hatibû kirin, ji Somalî û Erîtreyî nêzî 800 penaber hatibûn xilaskirin.
Her wiha hate gotin ku par 181 hezar û di du mehên pêşî yê îsaln de jî 14 hezar û 319 penaber derbasî Italyayê bûne. Li gorî Wezareta Navxweyî 2016'an di heman serdemÊ de 9 hezar û 101 penaber hatibûn qeydkirin.
Wezaretê ragihand ku bi vî rengî bidome hijmara penaberan wê jiya par bibihure, ku par weke 'rekor'ê hatibû binavkirin.