Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî bi dawî bû.
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî bi dawî bû.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) danûstandinên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya Federe temam kir.
Hevdîtina dawî li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî re hate kirin.
DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye: "Heyeta ji endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê me yê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk, parlamenterên me Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê danûstandinên xwe yên li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê temam kir.
Heyetê îro li Hewlêrê (Erbîl) bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtina li avahiya Serokwezaretiyê 45 deqeyan dewam kir. Heyeta Îmraliyê têkildarî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re agahî da û nêrîn û pêşniyarên Barzanî yên li ser pêvajoyê wergirt.
Heyetê hevdîtinên xwe temam kir û îro vedigere Tirkiyeyê."