Helwesta aliyên siyasî yên Iraqê ya li dijî Tirkiyê zêde dibe

Piştî destdirêjiya Tirkiyê ya li ser navçeya Bradost a Başûrê Kurdistanê ku di encamê de du fermandarên payebilind ên Iraqê jiyana xwe ji dest dan, piraniya hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji Bexdayê xwestin ku helwest nîşan bide.

Dewleta Tirk a dagirker heta niha çendîn car serweriya xaka Iraqê binpê kiriye. Ew yek bûye sedema fikara aliyên siyasî yên Iraqê. Di encamê de hikûmeta Iraqê li Bexdayê du caran daxuyaniya nerazîbûnê radestî nûnerê Tirkiyê kiriye.

Ji niha û piştî ku du fermandarên payebilind ên Iraqê ya duh li navçeya Bradostê hatin hedefkirin, piraniya aliyên siyasî yên Iraqî dengê xwe bilindkirin.

Berdevkê serokkomarê Iraqê demildest ew êrîş bi tundî şermezar kir û ew destdirêjiyane weke şkandina heybeta Iraqê pênase kir.

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Hesen Elkeabî êrîş şermezar kir û ji Encûmena Asayîşa Navdewletî xwest ku mudaxeleya rewşê bike û sînorekê ji bo êrîşên dewleta Tirk destnîşan bike.

Di wê çarçoveyê de Hevpeymana Nesr ya bi serokatiya Heyder Elebadî jî daxuyaniyek weşand û têde gotin ku ev ne cara yekem e û beriya niha jî çendîn car Tirkiye serweriya xaka Iraqê binpê kiriye. Her wiha dane zanîn ku ew yek nayê pejirandin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di Encûmena Asayîşa Navdewletî de li dijî Tirkiyê gazincekê tomar bikin.

Dîsa Rêxistina Hîkme ya bi serokatiya Emar Hekîm jî wan êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kir û ji hikûmeta Iraqê xwest ku ji bo parastina serweriya Iraqê rêbazên pêwîst pêk bîne. Her wiha Hekîm ji dewleta Tirk jî xwest ku ji pîvanên cîrantiya baş re rêz bigire û rêbazên diyarkirî yên danustandinan bingeh bigire.

Parlementerê Koma Sadêqûn yên girêdayî Ketaêbî Ehlî Heq Ehmed Kenanî jî daxwaz kir ku hikûmet biryara parlementoyê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ji xaka Iraqê pêk bîne.

Ketaêbî Ehlî Heq weke aliyên siyasî daxuyaniyek weşand û têde wiha daxwaz ji hêzên siyasî kir: “Nakokiyan deynin rexekê û li dijî ew karê dijminane yê dewleta Tirk helwest nîşan bidin.”