Helîkoptera leşkerî li Koreya Başûr kete xwarê: 5 kes mirin

Li Koreya Başûr helîkoptereke leşkerî kete xwarê. Ji ber qezayê 5 kes mirin.

Li gorî nûçeyên medya Koreya Başûr, helîkoptereke leşkerî ya ji Baregeha Leşkerî Pohang a li başûrê rojhilat ê welêt rabû, kete xwarê. Ji ber teqîna li helîkopterê 5 leşker mirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin ku helîkoptera leşkerî beriya bikeve hatibû tamîrkirin û testên pêwîst lê hatibûn kirin. Lewma hîn nayê zanîn bê çima ketiye.

Ajansa nûçeyan a Yonhapê diyar kir ku helîkoptera ketiye xwarê helîkoptereke neteweyî ya bi tîpa KUH-1 Sûrîon e ku ji aliyê Korea Aerospace Indûstrîes ve hatiye çêkirin.