Hêla Ebolayê ya li Kongoyê qediya

Li Komara Kongo ya Demokratîk hate ragihand hêla Ebolayê ku van mehên dawî dîsa derketibû holê, bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de ya Wezareta Tendiristiyê hate gotin hêla Ebola ku ji Sibatê ve dest pê kiribû bû sedema mirina 6 kesan. Hate diyarkirin vîrûs di 12 kesan geriyaye û ev hêla Ebolayê bi herêma Nord-Kîvûyê sînordar maye.

Wezîrê Tendiristiyê Jean-Jacques Mbunganî got bi derziya bi navê 'rVSV-ZEBOV'ê nehiştine ku hêla vîrûsê berbelav bibe û got, ji bo vê jî wan derzî li sedan kesî dane.

Vîrûsa Eboloayê cara pêşî sala 1976'a li Başûrê Sûdanê derketibVû holê, ku wê çaxê navê xwe Zaîre bû. Vîrûsa Ebolayê di navbeyna salÊn 2013-2016'an de bûbû sedema mirina gelek kesî. Piranî li Lîberya, Sîerra Leon û Gîneyê vîrûs bûbû sedema mirina 11 hezar kesî.

Di hêla dî ya Ebolayê ku di navbeyna 2018-2020'an de li Komara Kongo ya Demokratîk derketibû holê 2 hezar û 287 kes miribûn. Berevajî Covîd-19'ê vîrûsa Ebloyê her çendî kêm di mirovan digere jî rêjeya wê ya kuştinê zêdetir e. Di navbeyna salên 2013-2016'an de rêjeya rûdanên mirinê 40 ji 100'î bû, di navbeyna 2018-2020'an de ev rêje heta bi 66 ji 100'î zêde bûbû.