Heke referandûmeke din bibe alîgirên Brexîtê wê kêm bibin

Li gorî lêkolîneke li Brîtanyayê heke îro referandûmek bibe beşekî xilbe wê bixwaze ku li nav Yekîtiya Ewropayê bimînin.

Li gorî lêkolîneke Survatîon a ji bo Channel 4'ê, kesên ku naxwazin Brîtaniya Mezin ji Yekîtiya Ewropa (YE) derkeve zêde bûne.

DI REFERANDÛMEKE NÛ DE 54 JI 100'Î DIXWAZIN LI YE'YÊ BIMÎNIN

Li gorî lêkolînê heke îro dîsa referandûma Brexîtê (Ji Ewropayê derketin) bibe bi kêmanî 54 ji 100'î wê dengê xwe nedin derketina ji YE'yê. Di referandûma 2016'an de 51,9 ji 100'î yê gel dengê 'erê' dabûn derketina ji YE'yê.

Li gorî lêkolînê, ku di navbeyna 20'ê Cotmehê û 2'yê Mijdarê de hatî kirin û raya 20 hezar kesî hatî pirsîn, 33 ji 100'î yê hilbijêrên Partiya Muxafazakar a bi Serokwezîriya Theresa Mayê, wê peymana Brexîtê ya ku wê bi YE'yê re were îmzekirin, wê qebûl nekin.

Li gorî lêkolînê 36 ji 100'î yê hilbijêran ti peyman di navbeyna YE'yê de nebin jî, dixwazin Brîtanya bêyî peymanê ji yekîtiyê veqete. 35 ji 100'î jî dixwazin, heke peymanek neyê danîn jî di nav YE'yê de bimîne û 19 ji 100'î jî heta peymanek were danîn dixwazin Brexît were taloqkirin.

HEKE PEYMAN ÇÊNEBE PIRANÎ DIXWAZIN REFERANDÛMEKE DIN BIBE

43 ji 100'î yê Brîtaniyan jî dixwazin, heke di navbeyna YE û hikûmeta May de peymanek çênebe, referandûmeke din çêbibe. 39 ji 100'î yê hilbijêran jî dixwazin ji YE'yê veqete.