Hejmara welatên ku peymana koçkirinê ya NY'yê naxwazin zêde dibe

6 welatan gotin ew peymana NY'yê ya ji bo çareseriya global a pirsa koçkirinê îmze nakin. Di serê wan welatan de ku dibêjin ew peymanê îmze nakin DYA û Avûstûrya tên.

Li bajarê Marakeşê ya Fasê di konferanseke navnetewî de, ku 10-11'ê Kanûnê wê bibe, NY wê peymaneke 34 rûpelî bide ber 193 welatî da ku were îmzekirin. 2016'an, Îlonê NY'yê li New Yorkê ji bo çareseriya koçber û penabaran ku her roj girantir dibe deklarasyona çareseriyê dabû.

Piştî nîqaşên li ser vê deklarasyonê Tîrmeha bihurî NY'yê peymana bi navê ''Ji bo Koça Ewle, Bipergal û Rêgez Pakta Global'' qedandibû. Peymana ku ji 23 armancên hevpar pêk tê, ji hêlekê ve têkoşîna hevpar a li dijî penaberiya îllegal teşwîq dike û li hêla dî jî diyar dike ku penaberî mafek e.

Nêzî 190 welatî diyar kir ku ew ê peymanê îmze bikin lê welatên ku dibêjin, ew ê peymanê îmze nekin jî zêde dibin. Pêşî DYA'yê ji peymanê re got 'na'. Avûstûrya, Avûstralya, Polonya, Macarîstan û hikûmeta Çekya jî dane pey DYA'yê. Ji bo ku peyman neyê qebûlkirin li Italya, Xirvatîstan, Swîsre û Slovakyayê jî nîqaş hene, tê payin ku ev welat van rojên pêş bibêjin, ''na''.

ELMANYA WÊ ÇI BIKE

Piştî ku gelek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê gotin ew ê peymanê îmze nekin tê meraqkirin bê ka helwesta Elmanyayê wê çi be. Angela Merkel dema serdanên li Varşovayê, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawîeckî gotibû, ''Ev peyman gefê li serweriya welatê me dixwe, ji bo vê jî em ê îmze nekin'' û ev helwest weke peyameke hişk a ji bo Merkel hatibû şîrovekirin.

Heta niha Merkel gelek caran pesnê vê hewldana NY'yê dabû û gotibû ew ê peymanê îmze bikin.