Hejmara qurbaniyên li Beyrûdê bû 154 kes

Li gorî bîlançoya dawî, kesên ji ber teqînên roja Sêşemê yên li paytexta Lubnan Beyrûdê jiyana xwe ji dest dan bû 154 kes.

Teqînên ku 4'ê Tebaxê li bendergeha Beyrûdê rû dan, xisareke mezin dan beşeke mezin a Beyrûdê.

Wezîrê Tenduristiyê Hamad Hasan diyar kir ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 154 kesî. Fikar heye ku bîlanço girantir bibe, ku hîn jî gelek kes winda ne.

Wezîr Hasan diyar kir ku nêzî 5 hezar kes birîndar bûne, 20 ji sedî yê birîndaran neçar in li nexweşxaneyê bên dermankirin û rewşa tenduristiyê ya 120 ji wan giran e.

Tê gotin ku teqîn li depoyeke ku bi hezaran ton amonyûm nîtrat lê bûn, rû da.

Piştî teqînê gel dakete qadan û hêrsa xwe nîşan da.

Di şeva Pêncşem û Înê de li paytext Beyrûdê çalakî hatin lidarxistin

Polîsan bi bombeyên gazê dest li xwepêşandanan werdan.