Hefter ji bo Serokkomariyê bû namzet

Xelîfe Hefter ku li ser rojhilatê Lîbyayê serwer e, diyar kir ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên 24'ê Kanûnê ew namzet e.

Hefter bi rengekî zindî di televîzyonê de daxuyanî da û got, "Namzetiya min a li hilbijartinên Serokkomariyê ne ji bo wê yekê ye ku didin pey desthilatdariyê. Di vê dema krîtîk de ji bo serketinê, pêşketinê û aramiyê pêşkêşî gelê me bikim, namzetiya xwe radigihînim."

Hefter piştgiriyê ji Misir û Îmaratê werdigire. Beriya Hefter bi du rojan, kurê Mûammer Kaddafî Seyf El Îslam jî namzetiya xwe eşkere kiribû.

Hefter ê 77 salî ji bo bibe namzet ji bo hilbijartinên serokkomariyê, dest ji wezîfeya xwe ya serkêşiya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê berde.

Li gorî qanûna heyî ya hilbijartinê, eger Hefter nikaribe bê hilbijartin ê karibe li wezîfeya xwe ya leşkerî vegre.

Lîbya ji sala 2011'an dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî ya bi destwerdana NATO'yê û vir ve di nava tundî û şer de ye. Li rojhilat û rojavayê welêt têkoşîna ji bo desthilatdariyê heye. Bi taybetî piştgiriya dewleta Tirk a ji bo rêveberiya Trablûsê ku giraniya wê Îxwanî Mislimî ne, dibe sedem ku kaos mezintir bibe. Dewleta Tirk ambargoya çekan a ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daniye, bi rengekî eşkere binê dike.

Hefter li Bîngaziyê di daxuyaniyê de ragihand ku hilbijartinên meha Kanûnê "Yekane rêya derxistina Lîbyayê ji kaosê ye."