Heft welatan derheqê 'tevîxwekirinê'dengê xwe li Israîlê kirin

Gelek welatên Ewropayê li ser plana Israîlê ya 'tevîxwekirin'a Şerîaya Rojava dengê xwe li Israîlê kirin.

Fransa, Kralîyeta Yekbûyî, Belçîka, Elmanya, Estoya, Îrlanda û Norwêçê bi daxuyaniyeke hevpar li ser plana 'tevîxwekirinê' ya Israîlê dengê xwe li Israîlê kirin.

Welatan diyar kirin hemû planên tevîxwekirinê ya li Şerîaya Rojava, ''wê ziyanê bide danûstandinên dualî''.

Nûnera NY'yê ya Fransayê Nîcolas de Rîviere li ser navê heft welatan daxuyanî da û got, ''Bi çarçoweya  divêtî û berpirsyariyên hiqûqa navdewletî tevîxwekirinê wê encamên berfireh bîne ser têkiliyên me yên berfireh ên têkilî Israîlê.''

Rîvîere her wiha got, ''Em dixwazin bi rengekî çêker bi Israîlê xebatan bidomînin.'' Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Heke tevîxwekirinê' li ser Şerîaya Rojava pêk were, Qanûna NY'yê û biryarên Konseya Ewlehiyê jî di nav de, ev ê bibe binpêkirina hiqûqa navdewletî.''