Hambûrg xwe ji bo xwepêşandaneke mezin amade dike

Li dijî civîna bilind a G20'an, ku wê di destpêka meha Tîrmehê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin, amadekarî ji xwepêşandaneke mezin a protestoyî re tê kirin.

Serokên dewlet û hikumetên G20'an, ku 20 aboriyên mezin ên cîhanê di nav de cih digirin, wê di 7-8'ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li hev bicivin. Li dijî polîtîkayên ûltra lıberal û berjewendiyên girseyên mezin ên gel ji nedîtî ve tên, gelek tevger, rêxistin û saziyên civakî yên sivîl wê çalakiyeke mezin a protestoyî lidar bixin. Amadekariyên ji bo vê xwepêşandanê dest pê kirin.

Komên navborî xwe bi navê 'G20-Protestwelle (Pêla Protestoyê)' bi rêxistin dikin û wê ne roja destpêkirina civîna bilind, lê wê di 2'ê Tîrmehê de yanî 5 roj berê xwepêşandaneke mezin lidar bixin. Tê payin, herî kêm 100 hezar kes tevlî xwepêşandanê bibin. Ji beşên cuda yên civakê, gelek kes amadekariya vê xwepêşandanê dikin.

Ji rêxistinên hawirdorparêz heta yên mafên mirovan, mafên civakî û demokrasiyê, gelek komên li dijî kapîtalîzmê di nava 'G20-Protestwelle' de cih digirin. Di nava van de tevgerên mezin ên hawirdorparêz Greenpeace û BUND û Campact û 'Vereîn Mehr Demokratîe Hambûrg (Komeleya hîn bêhtir demokrasî ya Hambûrgê' hene.

Li dijî civîna bilind a G20'an gelek xwepêşandanên protestoyî yên mezin hatine plankirin. Lê tê gotin, ku mesaja esasî wê di xwepêşandana 2'ê Tîrmehê de bê dayin.

Di banga G20-Protestwelle de tê destnîşankirin, ku wê li dijî xemsariya mezintirîn aboriyên cîhanê ya li ser gelek mijaran, têbikoşin. Tevî sîstemeke bazirganiyê ya wekhev, pêşîgirtina li guhertina avhewayê, dawîanîna li bêedaletiya civakî û xurtkirina demokrasiyê weke armancên bingehîn ê vê rêxistinbûnê derdikevin pêş.

Di bangawaziyê de tê gotin, welatên G20'an divê polîtîkayên xwe yên li ser aborî, hawirdor û civakî ji nû ve binirxînin û ji bo xêra mirovahiyê bikevin nava hewldanan.

Armanceke din a xwepêşandanên mezin ên beriya civîna bilind a G20'an, wê dawîanîna li polîtîkayên welatên mîna Tirkiyeyê ku xwedî rêveberiyên otorîter û dîktatorî ye, be.

Her wiha wê li dijî partiyên populîst ên rastgir, ku li gelek welatên Ewropayê xurt dibin, helwest bê nîşandan.

ÇALAKGER WÊ JI GELEK BASKAN XWE BIGIHÎNIN QADA XWEPÊŞANDANÊ

Berevajî salên bihurî, çalakiya protestoyî wê di dema civîna bilind de pêk neyê. Civîna bilind a G20'an wê di 7-8'ê Tîrmehê de were lidarxistin. Xwepêşandana protestoyî ya mezin jî wê di 2'ê Tîrmehê roja Yekşemê de pêk were.

Amadekaran diyar kirin, ku ji bo dengê bi sed mîlyonan însanî bidin bihîstin, wan dema lidarxistina xwepêşandanê anîne pêş.

Hê baş zelal nebû be jî, wê ji gelek baskan çalakger ber bi qada xwepêşandanê ve bimeşin.

Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku li Gola Alsterê bi botan xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin û bi deh hezaran kes jî wê li peravê golê destekê bidin. Dûre jî xwepêşandêr wê li Rathaûsmarktê li hev bicivin û heta Messehalle bimeşin. Piştre jî wê li qada ku civîna bilind a G20 lê bê lidarxistin, mîtînga protestoyî dest pê bike.