Hamasê bîlançoya nû eşkere kir: 24 hezar û 448 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 24 hezar û 448 Fîlîstînî hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 24 hezar û 448 Fîlîstînî hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bîlançoya roja 103'an a şer eşkere kir.
Li gorî wezaretê ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê 24 hezar û 448 kes di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin. Hate ragihandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Wezaretê diyar kir ku 61 hezar û 504 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku gelek kes hîn jî di binê xirbeyan de ne.