Greva li Elmanyayê: Bi sedan seferên balafiran betal bûn

Li Elmanyayê ji ber ku personelên ewlekariyê yên 8 balafirgehan ketin grevê, bi sedan seferên balafiran betal bûn.

Personelên ewlekariyê yên balafirgehan, bi banga sendîkaya Verdî'yê ketin grevê. Di nava 10 rojên dawî de cara sêyemîn e ku grev tê kirin.

Çalakiya rawestandina kar, roja Sêşemê li gorî dema herêmê saet 2'an dest pê kir. Frankfûrt jî di nav de li 8 balafirgehan grev pêk hat. Grev wê heta saet 20'an dewam bike. balafirgehên din ên ku grevê bandor li wan kirine: Hannover, Bremen, Hambourg, Leipzig, Dresde, Erfurt û Munchen.

Ji ber grevê bi sedan seferên balafiran hatin betalkirin. Federasyona balafirgehan a Elman (ADV) diyar kir ku seferên nêzî 220 hezar mirovan wê betal bibin û dereng bimînin.

Ji 1.200 seferên balafiran ên li Frankfûrtê ku rojane pêk tê, 610 jê betal bûn. Li gorî ADV'ê, balafir wê ji balafirgeha Frankfûrtê bi hewa nekevin. Ji ber vê yekê ji rêwiyan hate xwestin ku neyên balafirgehê. Li Hambûrgê jî nîvê 357 seferan hatin betalkirin. Rêveberiya vê balafirgehê jî bangeke bi heman rengî li rêwiyan kir.

ADV'ê bi gotina 'bê berpirsyarî' û 'bê pîvan' nerazîbûn Nîşanî grevê da. Lûfthansa jî ku yek ji şîrketên herî zêde grevê bandor lê kiriye, Verdî sûcdar kir. Lûtfhansayê ragihand, bi kêrî ragihandina hewayî ya Elmanyayê nayê.

Hefteya derbasbûnî li balafirgehên Tegel û Schonefeld ên Berlînê û balafirgehên Koln, Dusseldorf û Stûttgartê grevên ji bo hişyarkirinê hatibûn kirin û bi sedan seferên balafiran betal bûbûn.

Sendîkaya Verdî ku 23 hezar personelên ewlekariyê li gelemperiya welêt temsîl dike, dixwaze heqê karê saetekê ku niha 17 euro ye, bibe 20 euro.

Komeleya federal a şîrketên ewlekariya hewayê (BDLS) jî pêşniyar kir ku 6.8 ji sedî mûçeyên karkeran bê zêdekirin. Tê payin ku Verdî û BDLS roja 23'ê Çileyê li hev rûnên.

Sendîkayê diyar kir, karsazan bersiveke erênî nedan greva wan a hefteya bihurî û ragihand, eger bersiv ji van daxwazên wan re jî neyê dayin û careke din rewşê bixitimînin, wê dest bi grevên mezintir bikin.