Greva birçîbûnê ya li Hannoverê di roja 4’emîn de ye

Greva birçîbûnê ya li Hannoverê ya ku ji bo piştgiriya berxwedana li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 4’an de ye.

Ji bo piştgiriya grevê birçîbûna ya di girtîgehan de, greva birçîbûnê a 14’ê Nîsanê li Hannoverê  ket  roja 4’emîn. Komeke ku ji 17 kesan pêk tê, çalakî dewr stendin û komê bi dirûşmeyan girtî silav kirin. 


Berdevkê komê Huseyîn Şengalî axivî û got:


‘ENCAM WÊ MÛHTEŞEM BE'


“Ev berxwedan beriya çend salan li Îmraliyê ji aliyê Serok Ocalan ve hate destpêkirin. Pêl bi pêl belav bû, gihîşt Şengalê, Rojava û Bakurê Kurdistanê. Herî dawîyê jî li ev bajarên ku xirabûn, lê bi serbilindî piya man yên wekî Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex, Geverê berhema xwe da û ber bi dawiyeke bi mûhteşem ve diçe. Me bi vê rih û ramanê dest bi çalakiya xwe kir.” Şengalî diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bilintir bikin.


 Şengalî ragihand ku, em vê referandûma ku bi dek dolap, êrîş û bêqanûnî hatiye kirin tu caran qebûl nakin, ji bo me tu rewabûna wê nîn e.


Konê çalakiyê ji aliyê xebatkarên saziyên Elman, Tevgerên Çep ên Tirkiyeyê û Kurdistaniyan ve tê ziyaret kirin. Komê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” daxuyaniya xwe bi dawî kirin.