Greta Thunberg xelata hawirdorê red kir

Aktîvîsta Swêdî Greta Thunberg a 16 salî ku pêşengî ji çalakiyên ji bo hawirdorê re kir, xelata hawirdorê ya hêjayî wê hate dîtin red kir û got, pêwîstiya avhewayê bi xelatê nîne.

Ji pêşengên tevgera "Fridays for Future" Greta Thunberg xelata Desteya Bakurê Ewropayê red kir.

Thunberg hem ji aliyê Swêdê hem jî ji aliyê Norwêcê ve ji ber karê xwe yê ji bo hawirdorê hatibû hilbijartin û konseyê jî ew hêjayî xelata salane dît.

Piştî ku ev yek hate eşkerekirin, ji nûnerên Thunberg daxuyaniyek hate ragihandin û hate gotin ku aktîvîsta ciwan wergirtina xelatê û 350 hezar kronê Danîmarkayê (nêzî 46 hezar 800 euro) red kiriye.

Thunberg di Instagramê de peyamek weşand û got, "Pêwîstiya tevgera avhewayê bi xelatên cuda nîne. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku siyasetmedarên me û mirovên li desthilatdariyê ne bi rengê herî baş guh bidin daneyên zanistî."

Thunberg spasiya Desteya Bakur kir û di mijara avhewayê de welatên bakur rexne kir ku li gorî 'navdariya xwe ya mezin' tevnagerin.