Mîhaîl Gorbaçov ji Serokê DYA Donald Trûmp û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re got, lîderên wan ên siyasî û leşkerî hê bêhtir şerxwaz xuya dikin û doktrînên xetere belav dikin. Gorbaçov da xuyakirin, ku şîrovekar û rojnamevanên televîzyonê jî di nava van de cih digirin û got, "Xuya ye, mîna ku cîhan xwe ji bo şerekî amade dike."
Gorbaçov bibîr xist, budçeyên dewletan ji bo pêdiviyên bingehîn ên welatiyan nabin bersiv, lê tevî vê yekê jî razemeniya ji bo çekan dewam dike û got, "Li cîhanê ewqas pirsgirêk hene. Lê belê ti ji van, ji pêşbirka leşkerîbûna siyasetê û bi çek bûnê, ne girîngtir e."
Mîhaîl Gorbaçov bal kişand ser pirsgirêkên xizanî, hawirdor, koçberî, nifûsê û kêmbûna çavkaniyan û da zanîn, şerê ku wê ti pirsgirêkan çareser neke, divê 'di cîhana modern de qedexe be'.
Mîhaîl Gorbaçov bang li lîderên DYA û Rûsyayê kir û ji wan xwest, ji bo pêşnûmeyek li dijî çekên atomê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin, pêşengiyê bikin. Gorbaçov bibîr xist, ji ber asta wan a çekên atomê ev her du welat berpirsyar in û destnîşan kir, divê diyaloga navneteweyî ne tenê li ser têkoşîna li dijî terorîzmê be.