Geşedanên dawî yên krîza Ukrayna
Rûsya di krîza Ukraynayê de gaveke nû avêt û serxwebûna herêmên Donetskê û Luhanskê nas kir. DE û Ewropaya wê biryarên ambargoyê ragihînin.
Rûsya di krîza Ukraynayê de gaveke nû avêt û serxwebûna herêmên Donetskê û Luhanskê nas kir. DE û Ewropaya wê biryarên ambargoyê ragihînin.
Krîz Ukrayna ku van mehên dawî zêde bûyî, yekşemê hate qonaxe dî.
Seokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn sexwebûna herêmên Donetskê û Luhanksê nas kir ku van du herêmên li rojhilatê Ukraynayê diman, ji alî xwe ve komara xwe ragihandibûn.
Pûtîn bi navê 'parastina aştiyê' ferman da ku leşkeAn bişîne van heêman.
Pûtîn di axafftina xwe de diyar kir Ukrayna ne welatekî cîran ê jirêzê ye, ji hêla Lenîn ve hatiye damezirandin û ti carê nebûye dewleteke rastî. Pûtîn bi berdewamî destnîşank kir tevlêbûna nav NATO'yê ya Ukraynayê rasterast gefek li ewlehiya Rûsyayê û got, serwîsên îstîxbaratê yên welatên ojavayî alîkarî didin ku Ukrayna sûc bike. Pûtîn Ukrayna 'rejîmeke pêlîstokî ye' û koloniya Emerîkayê ye.
Wezarate Karê Derve ya Rûsyayê bang li welatên din jî kir ku komarên li rojhilatê Ukraynayê nas bikin .
Nûnerê Payebilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell got, ''Vê gavê dagirkeriyeke berfireh nîne, li ser xaka Ukraynayê yekîneyên Rûsya hene.''
Piştî daxuyaniya Pûtîn welatên Rojavayî li pey hev biryara Rûsya şermezar kirin û dengê xwe li Rûsyayê kirin.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî xwest ku zexteke giran li ser wan were danîn û daxwaze kir projeya xeta boriya gazê ya Rûs-Elman 'demildest' were sekinandin. Zelenskî her wiha got ew lê difikirin ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Rûsyayê re bi temamî biqedînin.
Wezîrê Aborî yê Fransayê Brûno Le Maîre got ew ê nehêlin ku Pûtîn ''hiqûqa navnetewî binpê bike.''
Kraliyeta Yekbûyî jî ew ê ambargoyên aborî ku ''derbeke giran li Rûsyayê bixe'' aşkere bikin.
Serokwezîr Borîs Johnson got, ''Ev ê derbeke giran li Rûsyayê bixe û heke dagir bike em ê zêdetir bikin.''
Nûnerê Payebilin ê Polîtîkaya Karê Derve ya Ewroayê Josep Borell got ew ambargoya YE'yê hazir dikin û got, ''Divê ew bilez tevbigerin''. Tê payin ambargoyên pêşî vê sêşemê werin ragihandin
Qesra Spî jî ragihand ku ew ê sêşemê ambargoyê deynin.
Elmanya jî bang li Rûsyayê kir ku zêdetir tevlîhev neke.
Neteweyên Yekbûyî, li Konseya Ewlehiyê ji bo krîza Ukraynayê civîna lezgîn xwest. Welatên rojavayî jî eynî bang kirin. Vê mehê seroktiya demê ya Konseya Ewlehiyê Rûsya dike.