Germahiya global ji nexweşiyên şewbê bêhtir metirsîdar e

Li gorî lêkolînekê, eger pêşî li germahiya global neyê girtin, ji nexweşiyên şewbê bêhtir wê mirov ji ber germê jiyana xwe ji dest bidin.

Lêkolîna Buroya Lêkolînên Aboriyê ya Neteweyî (NBER) ku gelek zanîngehan û saziyên lêkolînê yên li DYE'yê alîkarî pê re kir, balê dikişîne ser asta mirina mirovan a ji ber germahiya global.

Rojnameya The Gûardianê encamên lêkolînê weşand. Li gorî vê yekê, bandora kêmnekirina emîsyonên gaza serayê ku sedema germahiya global e, wê gelekî giran be. Di lêkolînê de hate ragihandin, ku ji hejmara mirovên ji ber hemû nexweşiyên şewbê yên li dinyayê jiyana xwe ji dest dane bêhtir mirov wê ji ber germahiya global jiyana xwe ji dest bidin. Li gorî lêkolînê, herî zêde mirovên li welatên xizan ji ber germahiya global jiyana xwe ji dest bidin.

'JI NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ HEMÛYAN BÊHTIR WÊ MIROVAN BIKUJIN'

Li gorî lêkolînê, di dawiya sedsala 21'ê de ji ber germahiyê wê ji nava 100 hezar kesî 73 kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek nêzî hejmara mirovên ji ber nexweşiyên şewbê hemûyan e.

Ekonomîstê hawirdorê Amîr Jîna ku tevlî lêkolînê bû û ji rojnameya The Gûardîanê re axivî, bi bîr xist ku di vê serdemê de jî gelek extiyar bi rengekî neyekser ji ber germê jiyana xwe ji dest didin.