Gerîlayekî berê li Kolombiyayê bû Serokkomar

Gerîlayê gerê Gûstavo Petro yê çepgir, di hilbijartinên doh ên serokkomariya Kolombiyayê de bi ser ket. Francîa Marqûes a Efrîkî-Kolombiyayî jî bû cîgira serokkomar.

Li Kolombiyayê roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê hate kirin. Namzetê Koalîsyona Pakta Dîrokî Gûstavo Petro û namzetê Lîga Îdarekaran a Têkoşîna li dijî Nelirêtiyê Rodolfo Hernandez hatin hemberî hev.

Di hilbijartinê de 22 milyon Kolombiyayiyan dengê xwe dan. Gûstavo Petro yê 62 salî ku gerîlayekî berê ye, 11 milyon deng stand û bi rêjeya ji sedî 50.46'an hate hilbijartin. Hevrikê wî Rodolfo Hernandez jî ji sedî 47.28 ê dengan strand.

Bi vî rengî Petro yê gerîlayê berê bû Serokkomarê 60'emîn a Kolombiyayê.

Petro, endamê berê yê tevgera gerîla M-19 bû. Berî niha seroktiya şaredariya paytext Bogota bû. Gustavo Petro yê 62 salî soza perwerdehiya zanîngehê ya bê pere, reformên teqawidiyê û çareserkirina newekheviyê da.

YEKEMCAR JINEKE AFRÎKÎ-KOLOMBIYAYÎ BÛ CÎGIRA SEROKKOMAR

Ji bo cîgiriya Serokkomar jî jineke Afrîkî-Kolombiyayî hate hilbijartin. Francîa Marqûez bû yekem cîgira Efrîkî-Kolombiyayî.

Rêveberiya Gûstavo Petro wê di 7’ê Tebaxê de ji Serokkomar Ivan Duque serokkomariyê dewir bigre.