Generalê Rûs li Moskowayê bi sûîqestê hate kuştin
Li Moskowayê, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral Igor Kirillov di encama êrişeke bombeyî de hate kuştin.
Li Moskowayê, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral Igor Kirillov di encama êrişeke bombeyî de hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya Daîreya Lêpirsînê ya Rûsyayê, di êrîşa bombeyî de ku li paytext Moskowayê hate kirin, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral Igor Kirillov û alîkarê wî hatin kuştin. Êrîş serê sibehê li ber deriyê avahiyeke li Ryazansky Prospekt a li Moskowayê hate kirin.
Teqemeniya ku li motorsîkleteke li ber deriyê avahiyê parkirî hatibû bicihkirin, dema ku Korgeneral Kirillov û alîkarî wî derbas dibûn, teqiya. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Teqîn bi 7 kîlometreyan nêzî Qesra Qremlînê hate kirin.
Komîteya lêirsînê diyar kir ku bi teqemeniya bi destan çêkirî êrîş hate kirin û nêzî 200 gram TNT hate bikaranîn.