Gelo wê li Elmanyayê bi mîlyonan karkerên xizan bê afirandin?
Tê gotin, armanca Merkel a "qedandina bêkariyê" wê bi mîlyonan karkerên xizan derxîne holê.
Tê gotin, armanca Merkel a "qedandina bêkariyê" wê bi mîlyonan karkerên xizan derxîne holê.
Di bernameya hilbijartinê ya partiya Serokwezîra Elmanyayê CDU û CDU de soz tê dayin ku heta sala 2025'an bêkarî bê qedandin. Rastî ya jî nerastiya vê sozê bûye cihê nîqaşê. Dema miorv li hejmarên di dema Serokwezaretiya Merkel dinerin, hingî tê dîtin ku di nava 8 salên pêş de wê bi mîlyonan "karkerên xizan" derkevin holê.
Ji sala 2005'an û vir ve Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat û Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan a li Bavyerayê, hevparê herî mezin ê koalîsyonên hikumetan e. Di sala 2005'an de hejmara bêkariya li Elmanyayê 4 mîlyon û 860 hezar bû û yekemcar ev hejmar di sala 2007'an de daketibû 3,8 mîlyonî.
L welêt, bi saya zêdebûna girîng a îxracatê, cihê kar jî zêde bûn. Ji hingî ve hejmara bêkaran bi rengekî rêk û pêk kêm dibe. Li gorî daneyên Daîreya Statîstîkan a Federal, di sala 2011'an de hejmara bêkaran yekemcar ji sala 1993'an û vir ve daket sînorê 3 mîlyonî. Di roja îro de jî daketiye 2,6 mîlyonî.
Elmanya di nava gelek welatên Yekîtiya Ewropayê de ji aliyê rêjeya bêkaran ve xwedî hejmara herî kêm e.
Lê belê tevî vê yekê jî, soza partiya Angela Merkel a ji bo qedandina bêkariyê, cihê nîqaşê ye. Kêmbûna bêkariyê li aliyekî, zêdebûna xizaniyê jî mijareke sereke ye.
HEJMARA KARKERAN ZÊDE BÛ, LÊ...
Hejmara "mirovên aktîf" ku dixebitin an jî li kar digerin, di sala 2005'an 39 mîlyon bû. Di dawiya sala 2016'an de 43 mîlyon derbas kir û di nava vê salê de gihîşt 44 mîlyonî. Ev hejmar, li Elmanyay aku 82 mîlyon nifûsa xwe heye, hejmara herî bilind a karkeran e.
Ji aliyê din ve, li gorî hejmarên fermî, hejmara mirovên piştî ku bêkar man 12 mehan ji sîgorta bêkariyê (Arbeitslosengel I) sûdê werdigirin, ji sala 2005'an û vir ve bi rêk û pêk kêm dibe. Di sala 2005'an de hejmara van kesan 1 mîlyon û 730 hezar bû. Îsal daketiye 790 hezarî.
Lê belê mirov nikare qala kêmbûna hejmara mirovên "Alîkariya Bêkariyê 2 (Hartz IV)" digirin bikin.
Di sala 2009'an de hejmara mirovên ku bi alîkariya Hartz IV debara xwe dikirin, 4 mîlyon û 866 hezar bû. Ev hejmar di sala 2012'an de daketibû 4 mîlyon û 400 hezarî. Lê hejmara mirovên vê alîkariyê digirin, ji wê demê ve stabîl maye û di sala 2016'an de daket asta 4 mîlyon û 310 hezarî. Ev hejmar di nava sala 2017'an de careke din derket 4 mîlyon û 400 hezarî.
HÊ BI QASÎ MÎLYONEK KES DEMEKE DIRÊJ E BÊ KAR IN
Her çend, zêdebûna penaberan di salên dawî de weke sedemeke kêmnebûna hejmara mirovên alîkariya Hartz IV digirin bê nîşandan jî, hejmara mirovên demeke dirêj e bêkar in, zêde ye.
Li gorî daneyên Daîreya Statîstîkên Federal, hejmara mirovên zêdeyî saleke bê kar in di sala 2017'an de 925 hezar e. Tevî kêmbûna salên dawî jî ev hejmar hê zêde ye. Rastiyeke ku zehmet e mirovên demeke dirêj bêkar in tevlî kar bê kirin ya jî kar bibînin.
HEJMARA BÊKARAN A RASTEQÎN, ÇAWA KÊM TÊ NÎŞANDAN?
Nivîskarê malpera bi navê Finanzmarktwelt.de Claûdîo Kûmmerfeld di sala 2015'an de nûçeyek weşand û bal kişand ser rastiya şaşnîşandana hejmara rasteqîn a bêkaran. Bûmmerfeld di nivîsa xwe de diyar kir, hejmara bêkarên ku di sala 2015'an de 2 mîlyon û 840 hezar hatin nîşandan, di rastiyê de herî kêm 3 mîlyon û 640 hezar e.
Di heman nûçeyê de hat ragihandin, rêjeya bêkariyê di daxuyaniya fermî de 6,5 ji sedî hate eşkerekirin, lê di rastiyê de 8,32 ye.
Yek ji taktîkên kêmnîşandana hejmara bêkaran jî ew e ku, bêkarên di navbera 58-65 salan de tevlî vê statîstîkê nehatine kirin.
JI BO BÊKARÎ BÊ QEDANDIN, GELO WÊ BI MÎLYONAN KARKERÊN XIZAN BÊN AFIRANDIN?
Mirovên ku karek dîtiye û dixebite, lê belê di rewşeke xizan de dijîn li vî welatî rastiyek e. Li gorî hejmarên fermî, di destpêka salê de hejmara mirovên li Elmanyayê weke "xizan" tên dîtin, gihîşt 12,9 mîlyonî. Dema Merkel bû Serokwezîr, di sala 2005'an de ev hejmar 14,7 ji sedî bû, di sala 2016'an de gihîşt 15,9 ji sedî. Zêdebûna hejmara van karkeran nîşan dide ku derfetên wekhev ên debarê nayê pêşkêşkirin.
Yek ji 4 zarokên li vî welatî di nava malbateke xizan de dijîn. Rêjeya xizanên di nava teqawîtan de di sala 2005'an de 10 ji sedî bû. Lê îro 16 ji sedî ye.
Agahiyên statîstîkî yên bi heman rengî nîşan didin ku zêdebûna karkeran li Elmanyayê her wiha bi mîlyonan xizan jî afirandiye. Hin ji van wiha ye:
-500 hezar kesên li welêt, xwedî hesabekî bankayê jî nîne. Li 330 hezar malan, ji ber ku fatûreya elektrîkê nekariye bide, elektrîk li ser wan hatiye birîn. Li 6,2 malan, elektrîk an jî gaz tê birîn.
-Di sala 2011'an de ji bilî bêkar û teqawîan, 30 ji sedî yê 27 mîlyon mirovên bacê didin, bruto 1.167 euro mehane digirtin. Dema ku ev yek li gorî hatineya zelal a digihêje ber destê karkeran bê hesaibandin, bi qasî 8 mîlyon mirov di asta alîkariya Hartz IV de dixebitîn. Tê texmînkirin ku ev mirov bi saya alîkariya ji dewletê digirtin (alîkariya kirê ya jî alîkariya zarokan) ji statuya "xizaniyê" rizgar bûne.
-Di Nîsana 2017'an de li gorî dokumantera SWR a bi sernavê "Harte Arbeit, schlechter Lohn (Karê giran, qezenca kêm)", mirovên il Elmanyayê bi tenê dijîn û karê xwe dikin, 2,3 mîlyon ji van kesan mehane neçar e bi 1.100 euroyî debara xwe bikin.
-Di sala 2013'an de maeşê teqawîtên mê bi qasî 1.013 euro bû, maşeê teqawîtên jin bi qasî 762 euro bû. Di sala 2014'an de maeşê navekî tenê 869 euro bû.
-Di sala 2015'an de heta derxisitna qanûna kêmtirîn mûçeyê, hejmara mirovên ku neçar mabûn saetê bi 8 euroyan bixebitin, 7,3 mîlyon bû. 4,9 mîlyon ji van di karê nîv rojê de dixebitîn.
-Di sala 2015'an de hejmara mirovên di "Mînîjob" de mehane bi zêdeyî 450 euroyî dixebitîn, 2,5 mîlyon bû.