Gelê Maorî li dijî pêşnûmeqanûna mafên xwecihiyan meşiyan

Li paytexta Zelandaya Nû Wellingtonê bi deh hezaran kes li dijî pêşnûmeqanûna ku mafên gelê Maorî ji nû ve pênase dike meşiyan.

PÊŞNÛMEQANÛNA GELÊN XWECIHÎ YÊN ZELANDAYA NÛ

Pêşnûmeqanûna ku wê peymana damezrandina Zelandaya Nû ya di navbera Qraliyeta Îngilîz û şefên Maorî de hatibû çêkirin ji nû ve pênase bike, rê li ber aloziya siyasî vekir.

Meşa neh rojan a 100 kîlometreyî hatibû destpêkirin, di qonaxa dawî de li bakurê Wellingtonê ya keleha gelê Maorî ji hêla 42 hezaran kesî ve bi dansa hakayê hatin pêşwazîkirin.

Siwarên ku bi sîngên wan tazî bûn û cil û bergên kevneşopî li xwe kiribûn bi hildana ala Maorî ya sor, spî û reş tevlî meşê bûn.

Partiya biçûk a kevneşop a hevalbendê hikûmeta Zelanda Nû bi pêşnûmeqanûnê dixwaze Peymana Waitangi ji nû ve bê pênaserkirin. Çalkiyên li hemberî pêşnûmeqanûnê li seranserê welat mezin dibe.

Peymana ku di sala 1840’an de di navbera Qraliyeta Îngîlîz û zêdetirî 500 şefên Maorî de hate îmzekirin. BI vê peymanê maf û xweseriya gelê Maorî hatibû misogerkirin.

Piştî ku pêşnûmeqanûn hefteya borî pêşkêşî meclîsê hat kirin, parlamentera Partiya Maorî Hana-Rawhiti Maipi-Clarke pêşnûme qetand û bi dansa hakayê pêşnûmeqanûn şermezzar kir. Demeke kurt navber dane nîqaşên parlamentoyê û dawiyê parlamenter Maipi-Clarke ji salonê hat derxistin.

Bi vê pêşnûmeqanûnê mafên 5,3 milyonî welatiyên xwecihî nêzî ji sedî 20 nifûsa welat tê binpêkirin.

Pêşnûmeqanûn rê li ber parçebûna nijadî û tevliheviya destûra bingehîn vedike.

Li Zelandaya Nû mafên gelê Maorî bi salan hêdî hêdî berfireh bû. Lê serokê Partiya ACT David Seymour ê ku pêşnûme amade kir, demek dirêje li dijî polîtîkayên pozîtîf û alîkariya gelê Maorî yên ku bi qetilkirinê, girtinê û feqîriyê re rû bi rû ne, derdikeve.  Pêşnûmeqanûn armanc dike ku bi navê "mafên taybetî" yên ku ji gelê Maorî re hatine dayîn paşde vekişîne.

Pêşnûmqanûna li Zelandaya Nû bi mehan bû mijara nîqaşê, hefteya borî di xwendina yekemîn de hat qebûlkirin; lê ne pêkan e ku ew ê piştgirî werbigire û bibe qanûn.