Gelê Îranê ji sedî 60 dibin sînorê xizaniyê de dijî

Zêdeyî nivê gelê Îranê dibin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî agahiyên raporeke rojnameya Cîhana Pîşesaziyê hejmara kesên di bin sînorê xizaniyê de dijîn di sala 2022’an de gihaye derdora ji sedî 60’î.

Li gorî agahiyên raporeke rojnameya Cîhan Sanat (Cîhana Pîşesaziyê) ya Îranê di sala 1979’an de li Îranê derdora ji sedî %20 di bin sînorê xizaniyê de bûn, di sala 1988’an de ew hejmar giha ji sedî 40, di sala 2021’ê de bû ji sedî derdora 52’an. Li gorî heman raporê hejmara kesên di bin sînorê xizaniyê de dijîn di sala 2022’an de gihaye derdora ji sedî 60’î.

Her wiha serokê Peymangeha Lêkolkînên Olî û Aborî Ferşad Muminî da xuyakirin ku di 3 salên dawî de hejmara kesên di bin sînorê xizaniyê de dijîn gelekî zêde bûye û her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe.

Gelê Îranê ji ber vê krîza aborî û buhabûna xurekan nerazîbûnên xwe tînin ziman û dadkevin kolanan, xwepêşandanan dikin.