Fransa zagonên îltîcayê dijwartir dike

Li Fransayê ya ku li gorî welatên Ewrûpayê hindiktir penaber tên, wê zagoneke nû ya îltîcayê têkeve dewrê.

Bi pêşnûmaya zagonan a ku Wezîrê Karê Hundir Gerard Collomb pêşkêş kir, tê pêşniyazkirin ku dozên îltîcayê herî kêm di nava 6 mehan de bi encam bibe. Tê plankirin ku penaberên serlêdana wan nehatiye qebûlkirin jî bi awayekî bi lez û bez werin dersînorkirin.

Bi heman zagonê tê xwestin ku dema îtîrazê ya penaberan were kurtkirin û dema girtîbûna wan a di girtîgehan de jî were dirêjkirin.

Heke mirov li gorî rêjeya nifûsê binihêre, di nav welatên Ewrûpayê de hejmara penaberan gelekî kêm bû. Piştî salên 2015-2016’an de cara pêşîn hejmara serlêdanan bi ser 100 hezarî ketibû.