Fransa û Misrê li Behra Spî tetbîqateke hevbeş pêkanîn
Fransayê ligel Misrê ku muşteriyê wê yê mezin ê biçek bûyînê yeli Behra Spî dest bi tetbîqata hewayî û deryayî kir.
Fransayê ligel Misrê ku muşteriyê wê yê mezin ê biçek bûyînê yeli Behra Spî dest bi tetbîqata hewayî û deryayî kir.
Artêşa Misirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tetbîqatên leşkerî yên heyî wê çend rojan bidomin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tetbîqat "Li gorî şert û mercan pêkanîna amedakriyên ji bo hemû operasyonên hevpar" kiriye armanc.
Hat tekezkirin ku tetbîqat "berî her tiştî armanc dike ku kapasîteya mijûlbûna bi pirsgirêkên herêmî û parastina binesaziyên jiyanî yên li Behra Spî xurt bike".
Misir ku di heman demê de hevalbendê sereke yê Dewletên Yekbûyî ye, bû welatê yekem ku li Fransayê balafirên şer ên Rafale wergirt. Îro Misir bi 54 firokeyên Rafale bûye welatê duyemîn di cîhanê de ku herî zêde van balafiran lê hene.
Misirê ji sala 2015’an û şûnde çekek bi buhayê zêdetirî 9 milyar euro kirî. Peymana dawî di meha Gulanê de hat çêkirin û Qahîreyê 30 balafirên Rafale bi bihayê 4 milyar dolaran kirîn.
Di van salên dawî de, Fransa û Misir hewl didin ku berjewendiyên xwe di "şerê li dijî terorê" û ewlekariya herêmê de hevbeş bikin. Balkêşe ku sedemeke din a vê nêzîkbûnê jî aloziya bi Tirkiyeyê re ya li Rojhilatê Derya Spî ye. Artêşa Misrê di van mehên dawî de gelek tetbîqatên hevpar pêk anîn.