Fransa û Îtalya li ser navendên penaberan li hev kirin
Van demên dawî ji ber polîtîkayên penaberan nîqaş di navbeyna Fransa û Îtalyayê de hebû, derbarê dozên îltîcayê, li hev kirin ku navendên serlêdanê yên hevpar werin avakirin.
Van demên dawî ji ber polîtîkayên penaberan nîqaş di navbeyna Fransa û Îtalyayê de hebû, derbarê dozên îltîcayê, li hev kirin ku navendên serlêdanê yên hevpar werin avakirin.
Bi çarçoweya serdana fermî ya li Fransayê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conte civiyan û hate gotin li ser penaberan du lîderan li hev kirine.
Conte di daxuyaniya çapemeniya hevpar de axivî û got wan li hev kiriye ku beşekî mezin ê penaberên ku wê werin Ewropayê, serlêdana wan, ‘ji kîjan welatî hatibin’ wê li wir were dîtin. Conte got, ‘’Li welatên ku penaber jê tên, divê em navendên Yekîtiya Ewropayê vekin’’.
Macron jî got girîng e ku navendên qebûlkirina serlêdana penaberan ‘li wêdetirî Behra spî’ were çareserkirin’. Macron got ji welatên dî yên YE’yê zedetir penaber diçine Italyayê û divê di vî milî de alîkarî bi Italyayê were kirin û her wiha got li ser politikaya penaberan ji Ewropa re reformek hewce ye.