Fransa li dijî sûcên li Kurdên Êzidî lêpirsîneke ya qirkirinê da destpêkirin

Di derbarê çeteyekî DAÎŞ’ê de ku li Rojava li dijî mirovahiyê sûc kiriye, hat ragihandin ku li Fransayê ji ber ku sûcê qirkirinê kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, ji aliyê Dozgeriiya Antî-Terorîzim a Netewî (PNAT) ve di derbarê kesekî bi navê Nabîl G. de ji ber sûcên ‘qirkirin’ û ‘li dijî mirovahiyê sûc kirinê’ lêpirsîn daye destpêkirin.

Hate ragihandin ku kesekî Fransî ku 31 salî ye ku di navbera salên 2015-2016’an de li Rojava di bin sêwana çeteyên DAÎŞ’ê de li dijî Kurdên Êzidî sûcên giran kiriye.

Di çarçoveya lêpirsîna hate destpêkirin de, Nabîl G. bi sûcê fîzîkî û derûniya giran, her wiha ji sûcên mîna kolekirin, êşkence, destdirêjî û ji azadiyê bêparkirin ên giran ên qirkirin û dijî mirovahiyê tê sûcdarkirin.

Lêpirsîna ku hate ragihandin 10’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin, li ser kesê ku lêpirsîn derbarê wî hatiye kirin heta niha agahiyên li kû tê ragirtin nehatiye zanîn.

Berî niha jî di derbarê çeteyê bi navê Sabrî Essîd ji sûcên giran ên di sala 2014-2016’an li dijî Kurdên Êzidî kiribû, lêpirsîn hatibû vekirin. Tê texmînkirin ku ev kes sala borî hatibe kuştin.

Fransa jî mîna welatên din li dijî çeteyên Îslamî yên redîkal heta niha tenê ji ‘terorîzmê’ lêpirsîn dihate vekirin. Di serî de Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) û gelek komele daxwaz kiribûn ku sûcên li dijî Êzidiyan di çarçoveya sûcên qirkirin û sûcên dijî mirovahiyê bên destgirtin. Tê texmînkirin ku li beramberî van daxwazan demê pêş lêpirsînên dişibin vê zêde bibin.