Fransa ji Tirkiyeyê re got: Tercîha xwe bike

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîne Colonna, bang li Tirkiyeya ku nahêlê Swêd û Fînlandiya bikevin nav NATO’yê kir ku tercîha xwe bike.

Catherîne Colonna ya ji rojnameya Joûrnal du Dîmancheyê re axivî, got: "Berpirsyariyên Tirkiyeyê hene û divê tercîha xwe bike."

Colonna pirsa "Dixwaze tifaqê xurt bike ya li dijî ye?" kir û da zanîn ku ji ber vê rewşê, dike ku wek endameke NATO’yê mirov liv û tevgera Tirkiyeyê bide pirsan.

Colonnayê got: "Rabûna li ber ketina nav NATO'yê ya Swêd û Fînlandiyayê, wek endameke NATO’yê dike mirov ji kirinên Tirkiyeyê bikeve şik û gumanê."

Wezîra Fransayê Colonna her wiha anî ziman ku Tirkiye endameke girîng a NATO’yê ye û ev gotin kirin: "Fînlandiya û Swêdê terciheke dîrokî kir. Ketina wan a nav NATO’yê ji xêra ewlehiya Ewropayê re ye. Di hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re de hewil dan."

Ji hevdîtinên roja Duşemê yên Tirkiye û Swêd û Fînlandiyayê yên li Brukselê tu encam çênebû. Ji ber helwesta Tirkiyeyê, endamtiya NATO’yê ya bi lez û bez a her du welatan beriya civîna 28’ê Hezîranê ya li Madrîdê bû ji mecbûrî. 

Dewleta Tirk, neyartiya Kurdan dike sedema bingehîn li ber endamtiya NATO’yê ya her du welatan. 

Li gor Qesra Serokkomariya Fransayê, Emmanûel Macron jî wê ji ber civîna NATO’yê, ji Tirkiyeyê bixwaze ku helwesta xwe ya di bin banê NATO’yê de eşkere bike.